13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
CENEVRE
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê daxuyand ku agahî gihîştiye ber destê wan ku hêzên rejima Esed ên li rojhilatê Helebê ketine malan û duh jê 11 jin, 13 zarok herî kêm 82 sivîl kuştine.
Berdevk Rupert Colvîlle li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê de daxuyand ku agahî tê destê wan ku alîgirên hikûmetê gelek sivîl girtine û wiha axivî: "Tê gotin ku hêzên rejima Esed ketine malan, jin û zarok kuştine. Li gor agahiya ku gihîşte destê me hêzên rejima Esed duh jê 11 jin, 13 zarok herî kêm 82 sivîl kuştine."
- "Aqûbeta sivîlên ku winda nayê zanîn"
Berdevk Colvîlle got ku agahiya kuştina sivîlan duh êvarê gihîştiye destê wan.
Li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê sivîlên winda de jî Colvîlle got ku aqûbeta sivîlên ku winda bûne nayê zanîn, hê tu agahî negihîştiye destê wan.