Mücahit Türetken
02 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2025
Nivîsgeha Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHHê) a li Şamê bi merasimekê vebû.
Merasima vekirina nivîsgehê li semta Mezzeyê ku nûnertiyên navneteweyî yên li Şamê lê ne, ji aliyê endamên protokolê va bi birîna qurdêleyê dest pê kir.
Waliyê Şamê Mahir Merwan di axaftina xwe ya merasimê da, diyar kir ku vekirina nivîsgehê ne prosedureke îdarî ye, lê gaveke bi kalîte ber bi alîkariya mirovî va ye.
Merwan diyar kir ku Walîtî amade ye ku her cure alîkarî û piştgiriyê bide da ku karê rêxistinên alîkariya mirovî hêsan bike û ji bo nivîsgeha ÎHHê hêviya serkeftinê xwest.
Waliyê herêma gundewar a parêzgeha Şamê Amir Şêx jî anî ziman ku vekirina nivîsgehê gelekî giring e û ji bo piştevaniyê spasiya Komara Tirkiyeyê û gelê wê kir.
Şêx bal kişand ser giringiya alîkariyan ji bo Sûriyeyê û got, "Biratî wê li vê derê raneweste. Ew ê bi vê rêya nû ya ku hatiye vekirin tacîdar bibe."
Serokê Daîreya Alîkariya Mirovî ya Navneteweyî ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) Seyfettîn Karabulut di axaftina xwe da got, "ÎHH yekem û bihêztirîn rêxistina civaka sivîl bû ku ne tenê li Sûriyeyê, lê li her deverê cîhanê ku mirovên bindest û hewcedar hene, bersiva banga AFADê ya ji bo alîkariya mirovî da."
Meslehetguzarê Demkî yê Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şamê Burhan Koroglu piştî merasimê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku vekirina ofîsa ÎHH li paytext Şamê ji bo têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da û ji bo alîkariya mirovî gelekî giring e.
Koroglu diyar kir ku ÎHH dê bi qebareya xwe û bi gelek rêxistinên ku di bin serokatiya wê da hatine damezrandin, ji bo dabînkirina hewcedariyên Sûriyeyiyan beşdariyên giring bike û anî ziman ku ew li bendê ne ku rêxistinên din ên alîkariyê yên Tirkiyê li Şamê nivîsgehan vekin.