Ji ber êrîşên dawîn yên Îsraîlê li Xeta Xezeyê 27 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Ji serê sibehê da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê li herêmên curbecur 27 Filistînî hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan, artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xeta Xezeyê êrîşên xwe yên dijî malên sivîlan û Filistîniyên ji cî û warê xwe bûne, domand.
Li gor agahiyan ji ber êrîşên Îsraîlê ku ji serê sibehê da dijî Xezeyê li dar xist, 27 Filistînî hatin kuştin.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê gelek kes jî birîndar bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.