Emre Aytekin
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
Nifûsê Çînê di 2022yan da 800 hezar kes kêm bû û ji sala 1961ê û vir va cara ewil daket.
Li gorî daneyên Buroya Îstatîstîkê ya Neteweyî, nifûsê parzemîna sereke ya Çînê di 2021ê da milyarek û 412 milyon û 600 hezar bû, di 2022yan da jî wekî milyarek û 411 milyon û 800 hezar hat tesbîtkirin.
Nifûsê welêt ji salên xela û hişkesaliyê vir va cara ewil daket ku di destpêka salên 1960î da di heyama ku rêveberiya Komunîst di çandiniyê da hemleya kolektîfkirinê da destpêkirin, rewşa neyînî ya navborî rû dabû. Wê demê 30 milyon însanî jiyana xwe ji dest dabû û ev yek jî di salên 1960 û 1961ê da bûbû sedema daketa nifûsê welêt.