Mehmet Burak Karacaoğlu,Ahmet Karaahmet
17 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2023
Li rojavayê bakurê Sûriyeyê li parêzgeha Îdlibê, sivîlên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin û li kampan dimînin, di şert û mercên giran ên zivistanê da têkoşîna jiyanê didin.
Bi dijwariya zivistanê ra taviyê jî tesîra xwe nîşan da ku ev yek meferê li sivîlên li kampên konan ên nêzîkî sînorê Tirkiyeyê dibire.
Sivîlên ku ji ber êrîşên rejima Esed û alîgirên wê cih û warên xwe terikandin, zivistaneke din jî di kampên konan ên bêbinesazî da derbas dikin.

Mihemed Xalidê 73 salî yê ji êrîşan revî û li Kampa Eyn el-Beydayê sitirî, di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, zivistan dijwar derbas dibe û zad û êzingên wan jî tunene.
Xalidê ku di 2015an da ji herêma Cebelê Ekrad ê li Lazqiyeyê koç kiriye wiha got, "Di jiyana min da tişta herî giran a hat serê min ew e ku min ji gundê xwe koç kir. Xwezî ez bimirama lê nehatama vê kampê."

Xalid bal kişand, ji ber ku kal e nikare bixebite û her wiha rewşa madî ya şêniyên kampê pir xirab e.
Huzeyfe Omer jî diyar kir, ji bo ku zarokên xwe germ bikin ew ji derdorê êzingan kom dike û wiha got:
"Hewa pir sar e û baran dibare. Em hewl didin xwe bi êzingên li çiyayan kom dikin germ bikin. Em êzingên kom dikin nîvê wê bi roj di saetekê da, nîvê mayî jî bi şev dişewitînin. Carinan ji bo şewata nava rojê em êzing peyda nakin."

Safiye Şamiya li kampê digel 4 zarokên têkoşîna jiyanê dide jî diyar kir ku li kampan şertên jiyanê tal in.
Şamiyê bal kişand ku ew di nava tunebûnê da hewl didin li ser piyan bimînin û wiha dewam kir, "Em nanê xwarinê nabînin. Êzingên me yên şewatê tunene. Ez zarokan bi tenê bi betaniyan hewl didin germ bikin."