Gülşen Topçu
27 Mijdar 2023•Rojanekirin: 28 Mijdar 2023
Qeterê ragihand ku li Xezeyê "navberdayina mirovî" ya ku beriya nuha di navbera Hemas û Îsraîlê de çêbûbû, bi qasî 2 rojên din hat dirêjkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid Muhemmed Ensarî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de destnîşan kir ku di encama xebatên navbênkariyê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li ser dirêjkirina "navberdayina mirovî" bi qasî 2 rojan, lihevkirin çêbû."
Hemasê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Telegramê ew yek pesend kir ku digel Qeter û Misrê di bin heman şertan de, ji bo dirêjkirina "navberdayina mirovî" bi qasî 2 rojên din, lihevkirin çêbû.
"Navberdayina mirovî" ya 4 rojî ya di navbera Hemas û Îsraîlê de 24ê mijdarê Roja Îniyê saet 07.00ê (bi dema Tirkiyeyê 08.00ê) ketibê rewacê.