27 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2018
VIYANA
Nasir Herîriyê Serokê Komîteya Bilind ya Mizakereyê ku ji mixalifên Sûriyeyê pêk tê destnîşan kir wê tevlî Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya li Soçiyê nebin.
Piştî civîna ku li Viyanaya paytextê Awisturyayê hat kirin û 2 rojan ajot Herîrî daxuyanî da çapemeniyê.
Herîrî diyar kir pêvajoya navneteweyî ya ji bona rejima Esed heyama siyasî dinirxand duh qediya û got bi lijneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, Tirkiye û dewletên din ra hevdîtinên baş kirine.
Nasir Herîrî destnîşan kir di civîna du rojan dewam kir da îhtimalên ji bona encamên Kongreya Diyalogê ya Neteweyî ya li Soçiyê bi hûrgilî nirxandine û got me biryar da ku Komîteya Bilind ya Mizakereyê neçe Soçiyê.
Herîrî diyar kir di demên dawîn da gelê me gelek daxwaz dikir ku em tevlî nebin û got ku em ê mizakereyên li ser pêvajoya siyasî li Cenevreyê berdewam bikin.
Nasir Herîrî li ser pirsa der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got: "PYD beriya Tirkiyeyê ji bona Sûriyeyê pirsgirêk e. Milîsên wê hene û li ser sivîlan zextê dikin."
Herîrî diyar kir li Sûriyeyê dijî hemû rêxistinên ku cudakariyê dikin derdikevin.
Li Viyanayê ji bona hevdîtinên Cenevreyê ya 9emîn 25-26ê Rêbendanê civîn hat kirin û mijare sereke amadehiyên Kongreya Diyalogê ya Neteweyî bû ku wê di 29-30yê Rêbendanê da li Soçiyê bê kirin. Di civînê da mijara komîsyona destûra bingehîn jî hat gotûbêjkirin.