Dinya

Meksîka nahêle ku penaber derbasî Amerîkayê bibin

Hêzên ewlehiyê yên Meksîkayê rê li karwana penaberên ku ji Efrîka, Karayîp û welatên Amerîkaya Başûr hatibûn û dixwestin biçin Amerîkayê, girt

Abdullah Tel  | 14.10.2019 - Rojanekırın : 15.10.2019
Meksîka nahêle ku penaber derbasî Amerîkayê bibin

Ankara

Hêzên ewlehiyê yên Meksîkayê li bajarê Tapachulayê rê li ber bi sedan penaberên ku ji Efrîka, Karayîp û welatên Amerîkaya Başûr hatibûn û dixwestin biçin Amerîkayê, girt.

Koma penaberan a ku piranî jê ji Efrîkayê ne bi mehane li benda hildana vîzeya derbasbûnê ne. Karwana wan a ku ji sedan kesî pêk tê piştî sekinînê dest bi meşê kirin û ber bi bakur va meşiyan lê 32 kîlometre dûrî navenda bajêr polês û nihafizên neteweyî mudaxaleyî wan kirin.

Penaber li otobusan hatin siwarkirin û ew careke din şandin Tapachulayê.

Meksîka di van mehên dawîn da bi armanca penaber ji ser erdê wan derbasî Amerîkayê nebin hewlên xwe zêdekir û li ser meseleyê disekine.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın