Dinya

"Alayeke carekê bilind bû êdî danakeve"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "(Herekata Kaniya Aştiyê) "Em bibiryar in ku herekata xwe heta dawiyê bimeşînin. Karê ku me dest pê kiriye emê biqedînin. Alayeke carekê bilind bû êdî danakeve"

14.10.2019 - Rojanekırın : 15.10.2019
"Alayeke carekê bilind bû êdî danakeve"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo Herekata Kaniya Aştiyê got, "Em bibiryar in ku herekata xwe heta dawiyê bimeşînin. Karê ku me dest pê kiriye emê biqedînin. Alayeke carekê bilind bû êdî danakeve."

Serokomar Erdogan li Hîlton Otelê beşdarî Civîna Konseya Kar a Tirk a Cîhanî bû û gotarek pêşkêş kir.

Erdogan got, "Di dîroka têkoşîna me ya 40 salî ya dijî terorê da me gelek bûyer dîtin. Em rastî her cure lîstikan ên welatên ku me wek mutefîq û dost didît, hatin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Em welatekî wisan in ku ji DEAŞê bigir heta FETOyê ji wan bigir heta PKKê û El Qaîdeyê bûne hedefa van rêxistinên terorê yên bêbext û di çalakiyên terorê da bi deh hezaran welatiyên me bûne qurban. Ji ber vê jî em miletekî ku derd û êşa terorê baş zanin yek in. Di mijara têkoşîna dijî terorê da em qasî qeyrana Sûriyeyê rastî durûtî û tevgerên lihevdunegirtî nehatin. Niha bi tenê qaşo organîzmayeke siyasî ya rêxistina terorê heye, jibilî wê gelê me bûye yek. Me îradeya xwe ya ku terorê di çavkaniyên wê de biqedînin, tevî rêxistinên terorê û xêrnexwazên ku kapê wan di destê xwe da digirin, bi tu awayî ranewestand."

Erdogan derbarê Herekata Kaniya Aştiyê de got, "Ji 700î zêdetir topên hewanê avêtin welatê me, navçeyên me. 18 şehîdên me hene, kêmzêde 200 jî birîndarên me. Ev hê îfadeyên wekî 'PKK nîne'yê dibêjin. Yaw we wetrê em çi ne? Em hemû rastiyan bi rêxistinên xwe yên îstixbaratê ji serî hetanî binî dizanin. Lêbelê hûn ji rik wisa dikin. Hûn çima li hemberî Tirkiyeyeke hêzdar dibe gaveke wiha diavêjin? Em ê ji ber wê ji gava ku me avêt dev bernedin, hûn çi dibêjin bêjin. Birayên me yên Ereb ji Sûriyeyê ji bombeyên bermîlan reviyan. Niha em li wan xwedî derdikevin, wek wezîfeya biratiyê em vê yekê dikin. Başe, ma we qurişek jî piştgirî da ji bo vê? Ma we destê xwe dirêj kir? Na. Niha hûn rabûne der barê Tirkiyeyê da li gor xwe hin biryaran didin. Hûn biryaran bidin çi ye, nedin çiye."

Serokomar Erdogan wiha jî got, "Ez ji wan kesên ku dibêjin Herekata Kaniya Aştiyê, Kurd ji xwe ra kiriye hedef, wê zirarê bide têkoşîna dijî DEAŞê, demogrofiya herêmê serobin bike û rê li ber çareseriya siyasî bigire ra dibêjim; ew îdiayên we hemû derewin, bêbextî ne û buxtan in, karê me bi terorîstane."

Erdogan got, "Bi Herekata Kaniya Aştiyê va Tirkiyeyê qasî Herekata Aştiyê ya Qibrisê ya 1974an gaveke girîng avêt."

Erdogan ji bo herekata Kaniya Aştiyê got, "Em bibiryar in ku herekata xwe heta dawiyê bimeşînin. Karê ku me dest pê kiriye emê biqedînin. Alayeke carekê bilind bû êdî danakeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.