22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
EFRÎN
Piştî ku Mehmetçîkan di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da navenda Efrînê ji terorîstan paqij kirin tevdîrên ji bo pêkanîna ewlehiya can û malên gel zêde kirin. Di vê çarçoveyê da endamên Artêşa Tirkiyeyê li navenda navçeyê bi şev dewriye geriyan.
Artêşa Tirkiyeyê ji bo li herêmê û hidûd ewlehî û îstiqrarê pêk bîne, PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê yên li herêma Efrînê berteref bike, gelê dost û bira ji zext û zilma endamên rêxistina terorê biparêze di 20ê rêbendana 2018an da Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin.
Di çarçoveya mafên hiqûqa navneteweyî yên Tirkiyeyê, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) yên ji bo têkoşîna dijî terorê di çarçoveya mafê midafaya meşrû da operasyon tê kirin û rêzê nîşanî yekîtiya erdên Sûriyeyê didin.
Piştî ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da navenda Efrînê ji terorîstan hat paqij kirin Mehmetçîkan tevdîrên ji bo pêkanîna ewlehiya can û malê gel zêde kirin. Di vê çarçoveyê da endamên Artêşa Tirkiyeyê li navenda navçeyê bi şev dewriye geriyan.
Fermandarê qomandoyan beriya dewriyeyê xitabî leşkeran kir û got, "Hevalno can, mal û namûsa gelê Efrîna ku ji terorîstan hat paqijkirin amenetî me ye. Ji bo ku wan biparêzin em hatin vê derê. Xwedê alîkarê we be."
Gel eleqe nîşanî Mehmetçîkên ku wezîfeya dewriyeyê dikirin da.
Li ber rêya navçeyê ciyê kontrolê hat avakirin û destûr nayê dayîn ku xêncî gelê Efrînê tu kes têkeve navçeyê.