Türkan Tosun
24 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Li Meclisa Nuneran a Amerîkayê pêşnûmaya qanûnê ya ku dijî rejima Beşşar Esed û yên bi rejimê ra hevkariyê dikin mueyîdeyên tund di xwe da dihewîne bi yekdengiyê hat qebûlkirin.
Pêşnûmaya bi navê "Qanûna Parastina Sivîl a Sûriyeyê ya 2019 Caesar" li Meclisa Nuneran bi yekdengiyê hat qebûlkirin.
Li gor pêşnûmaya qanûnê rêvebiriya Donald Trump wê mueyîdeyê li hemberî rejima Sûriyeyê, teşkîlatên ewlehiyê, yên bi Bankaya navend a Sûriyeyê ra kar dikin, projeyên înşaetê yên ku eleqeya wan bi rejima Sûriyeyê ra hene, an jî yên rêhewayên di bin kontrola rejima Sûriyeyê û endustriya vejenê ra hevkariyê dikin, bixe rewacê.
Dagirkeriya rejima Esed dibe sedema birçîbûn, êrîşên kîmyayî û sûcên dijî mirovahiyê. Pêşnûma wê ji bo van jî mueyîdeyan bike, heke di hevdîtinên aştiyê da pêşveçûnek çêbibe, êrîş dawî bibin mueyîde jî wê bên rawestandin.
Serokê Komîteya Karên Derva ya Meclisa Nuneran Elîot Engel wiha got: "Dinya di mijara mirovên Sûriyeyî da têk çû. Tu tişt nikare êşa van mirovan a 8 sale dikşîninji holê rake. Tu tişt nikare yên hatine windakirin paşve bîne. Em nikarin serê xwe vegerînin li aliyekî din û bihêlin Esed, Rûsya û Îran Sûriyeyê bipelçiqinîn û derbas bibin."
Di herdu heyamên din da jî pêşnûma ji Meclisa Nuneran derbas bûbû, lê ji ber ku li Amerîkayê hikûmet girtîbû di Senatoyê nehatibû qebûlkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 19ê Çileya Pêşîn da daxuyandibû ewê eskerên Amerîkayê ji Sûriyeyê vekişîne. Ev biryar bûbû sedema niqaşan.
Polêsekî bi navê "Caesar" wêneyên îşkence û sûcên şer ên ku li Sûriyeyê ji hêla rejima Esed va hatine kirin belav kiribû. Navê pêşnûmayê jî ji ber vê wek "Caesar" hat diyarkirin.
Polês "Caeser" ji hêla rejima Beşşar Esed va hatibû wezîfedarkirin ku ew wêneyên muxalifên ji hêla rejimê va hatine kuştin û îşkence li wan hatiye kirin bikşîne. Caeser bi 55 hezar wêneyên 11 hezar qurbaniyan va ji welat reviyabû, Ajansa Anadoluyê jî ev wêne weşandibûn û haya raya giştî bi van weneyan çêbûbû. Piştî weşandina van weneyan di raya giştî da înfial çêbûbû. Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ji bo ku yên îşkence kirine û sûcên şer kirine bên cezakirin gav avêtibûn.