Dinya

Meclisa Nûneran a Amerîkayê alîkariya 95 milyar dolarî ya bo Ukrayna, Îsraîl û Tayvanê pesend kir

Mücahit Oktay  | 21.04.2024 - Rojanekırın : 22.04.2024
Meclisa Nûneran a Amerîkayê alîkariya 95 milyar dolarî ya bo Ukrayna, Îsraîl û Tayvanê pesend kir

New York

Di dengdayîna li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat kirin da alîkariya 95 milyar dolarî ya ji bo Ukrayna, Îsraîl û Tayvanê hat qebûlkirin.

Meclisa Nûneran a ku Komarparêz bêtir in di heyameke ku birêvebiriya Kîevê dijî Rûsyayê şer dike û hindik maye ku stok biqedin da dawî li nabosa siyasî ya 6 mehî anî û pêşnûmaya ku bi alîkariyên bo Îsraîl û Tayvanê va gihaşt 95 milyar dolarî pesend kir.

Mîke Jonhnsonê serokê Meclisa Nûneran a Komarparêz bi Demokratan ra tevgeriya û dengên îtirazê yên di partiya xwe da dewisand û pêşnûmaya qanûnê bi piştgiriya herdu partiyan hember 122 dengên na bi 311 dengên erê hat qebûlkirin.

Tê payîn ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Senatoya ku piraniya wê Demokrat in jî roja sêşemê pakêta alîkariyê pesend bike.

Pakêta 95 milyar dolarî ya ku ji Meclisa Nûneran Derbas bû ji xeynî 61 milyar dolar alîkariya bo Ukraynayê ji bo Îsraîlê 26 û ji bo ewlehiya herêma Hînt-Pasîfîkê (Tayvan) 8 milyar dolar alîkarî dihewîne.

Tê payîn ku 9 milyar dolarên di nav pakêta 26 milyar dolarî ya ku ji bo Îsraîlê hat veqetandin Xeze jî di nav da ji bo alîkariyên însanî yên li herêmên şer ên cuda bê veqetandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.