Li New Yorkê bi sedan kes li hev civiyan û misilmanê amerîkî û parastvanê mafên mirovan Malcolm X di salevegera 50emîn a kuştina wî de bi bîr anîn.
Malcolmê Xê ku li Amerîkayê li hember nijadperestiyê têkoşîn dida û mafê reşikan diparast 21ê sibatê di sala 1965an de li saloneke ku diaxivî de ji hêla 3 kesan ve hat kuştin.
Bi sedan kes di salona ku Malcolm X hat kuştin ya li herêma Harlemê de li hev civiyan û ew bi bîr anîn.
Salona ku Malcolm X hat kuştin ji sala 2005an vir ve wek navê "Shabazz Center" tê bikaranîn û ji bo ku mîrata Malcolm X û jina wî Betty Shabazz biparêze xebatan dike. Komeke di nav wan de qîza Malcolm X Ilyasah Shabazz, siyasetmedar, hunermend û parastvanên mafên mirovan jî di nav de di salonê de hatin li cem hev ku wî bi bîr bînin.
Di saet 15.10an a ku dema ku Malcolm X hatibû kuştin kom rabû li ser piyan û deqîqeyekî ji bo rêzê bêdeng sekinî.
Qîza wî Ilyasah Shabaz ji bo bîranîna bavê xwe axivî û wiha got: "Hêvî dikim ku fikir û tevgerên wî bên parastin û belawela neçin."
Ji bilî qîza Malcolm X çend kes axivîn û gotin ku ew bi destê reşikekî ve hatibe kuştin jî em dizanin ku ev mijareke kur e û divê doza wî car din bê vekirin û li ser lêkolîn bê kirin.
- Jiyana Malcolm X
Navê wî yê rastîn Malcolm Lîtlle e û di sala 1925an de hat dinyayê. Bavê wî yê keşîş ê bi navê Earl Lîttle digot ku reşik wê tu caran mafên xwe bi dest nexin û divê vegerin Afrîkayê.
Dema Malcolm 5 salî bû bavê wî hat kuştin, diya wî aqilê xwe winda kir û ew rakirin nexweşxaneya dînan. Malcolm jiyaneke feqîrî û tunebûnê jiya û di sala 1946an de ji ber diziyê kete girtîgehê. Di girtîgehê de serokê Natîon of Îslam (Gelê Îslamê) Elîjah Mihemedê ku nijadperestiya reşikan dikir nas kir. Fikr û ramanên wî qebûl kir û dema di sala 1952an de ji girtîgehê derket li gor fikrê vê tevgerê jiya û beşdarî wan bû.
Piştî vê paşnava xwe wek X hilbijart. Bi kesayetiya xwe, çalakiya xwe û axaftina xwe ve di demek kin de di nav vê tevgerê de gelek bi nav û deng bû. Di nav demê de ji ber ku hin fikrên Elîjah Mihemed qebûl nekir di sala 1964an de ji tevgera Natîon of Îslamê veqetiya.
Di dawiya jiyana xwe de xebitî ku Amerîka pirsgirêka nijadê çareser bike û ev jî bi dînê îslamê fêmkirinê ve dibe. Malcolm X vê demê de navê xwe wek El-Hajj Malik El-Shabazz guherand.
Dema ku di 21ê sibatê di sala 1965an de li Harlemê di salonekî de axaftinek dikir bi guleyekî hat kuştin. Sê kesên endamê Natîon of Îslamê ji ber kujeriyê hatin girtin.
Nivîskarê reşik Alex Haley jiyana wî wek pirtûk amade kir. Ev pirtûk di sedsala 20emîn de di nav xwejînenîgariyên herî girîng de tê nîşandan.