BRUKSEL
Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê yên ku li Brukselê civiyan, bang kir ku Serokomarê Misrê yê ku bi demokrasiyê hatiye hilbijartin, bila serbest bê berdan.
28 endamên YEyê biryareke hevpar girtin. Li gor biryarê daxwaza wan ev e ku ''Mursî jî di nav de hemû girtiyên siyasî bên berdan.''
Wezîrên Karê Derve yên YEyê der barê Misrê de ev biryar girtin ku di pêvajoyeke demokratîk de zagona bingehîn ya nû bê amadekirin, bila hilbijartinên adil, di qadeke azad de bên kirin, ji bo mafên sereke rêz bê girtin, hesab ji mirovên ku beşdarî bûyerên şidetê bûne, bê pirsîn.
YEyê daxuyand ku divê Partiya Dad û Serbestiyê jî tê de hemû partiyên siyasî di qadeke azad de tevbigerin û di qadeke azad de bikarin xwe îfade bikin û bang kirin ku bila destûrê bidin hemû saziyên medyayê û nûçegihan serbest bikarin bixebitin.