CANBERRA
Du balafirên Amerîkayê yên şer di tetbîqata perwerdeyê de resîfên mircanan yên li Avûstûralyayê bi 4 bombeyan, bombe kirin.
Fîloya heftem a Amerîkayê, daxuyeniyek da û ragihand ku roja sêşemê du balafirên AV-8B yên şerî ji keştiya şer firiyan. Balafiran Resîfên Mircanan yên ku di lîsteya mîrata dinyayê de ne û li qeraxa Queenslandê ne, bi 4 bombeyan, bombe kirin.
Hat diyarkirin ku balafiran dixwest ku çekên giran li menzîla bombeyan bihêlin. Lê dema hîn bûn ku menzîl bi ewlehî nehatiye valakirin û ji ber ku bi bombeyan nikaribûn dakevin erdê jî bi lez bombe li wir avêtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo ku xisar kêm bibe bombe li qanaleke dûrê resîfan hat avêtin.