İSTANBUL - Fatih Okumuş/Fatih Öner
Li Misrê piştî ku Serokomarê hilbijartî yê yekem Mûhammed Mûrsî ji wezîfeyê hat dûrxistin û zagona bingehîn da sekinandin, Şêxê Ezherê Tayyîb û alimên saziyê ketine dubendiyê.
Di 3yê tîrmehê de piştî îlana mudaxaleya artêşê ya ku Abdûlfettah es-Sîsî kir Şêxê Ezherê Tayyîb axiftibû û destek dabû derbeyê. Dîsa piştî ku cara duyem Tayyîb axivî, alimên ku di platformên têvel de derbeyê şermezar dikirin, bertek nîşanê Şêxê Ezherê Tayyîb dan. Ji wê rojê vir de ye, alimên Ezherê di daxuyaniyên xwe de rewşa Tayyîb şermezar dikin û dibêjin ku berpirsê helwesta xwe tenê ew e.
Di vê çarçoveyê de bertekên herî girîng ji aliyê ''Eniya Alîmên Ezherî'' ve hatin dayîn. Endamên eniyê Tayyîbê ku piştgirî dabû 3yê tîrmehê, şermezar kir û da zanîn ku ev yeka îxanet e. Sekreterê Giştî yê Eniyê Dr. Yehya Îsmaîl di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser meşrûbûnê û da zanîn ku mudaxeleya leşkerî ji aliyê krîterên leşkerî ve ''ne meşrû ye û nayê qebûlkirin''.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Weazan Şêx Cemal Abdussettar wiha axivî: ''Alimên Ezherî dê encamên derbeya leşkerî qebûl nekin. Em dê razî nebin ku nasnameya Misrê ya Îslamî bê guhestin.'' Abdussettar di dirêjiya axaftina xwe de aşkere kir ku bi sedan alimên Ezherî, helwesta Şêxê Ezherî bi tundî şermezar dikin.
Ji profesorên Zanîngeha Ezherê Cemal Abdulhadî diyar kir ku ''Di vê serdemê de ne ji meşrûiyetê re ne jî ji demokrasiyê re rêz tê girtin.''