24 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
TRABLUS
Lijneya Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya ÎHHyê li Trablusa paytexta Libyayê Girtegiha Hadbeyê ziyaret kir û bi kurê Qeddafî Es-Sadî, Şefê Îstixbaratê ya berê Ebdullah es-Senusî û Serokwezîrê berê El-Bexdadî el-Mehmûdî re hevdîtin kir.
Li gor agahiyên ji lijneya ÎHHyê hat hildan, mehkûman got rewşa wan baş e û tu êşkence li wan nayê kirin lê ji ber derengî ketina mehkemeyan aciz in.
Heyetê ragihand ku wê der barê Girtîgeha Hadbe û girtiyên li wir da raporeke berfireh amade bikin û wiha pê da çû: "Armanc ne ew e ku em li ser pêvajoya darazê ya girtiyan tesîrê bikin. Ev ziyaret bi îznê serdozgeriyê û li gor qanûnên welêt hat kirin."
Sadî di îlona sala 2011î da demek beriya ketina Qeddafî xwe spartibû Nîjerê lê Nîjerê ewilî Sadî teslîmî rêveberiya nû ya Libyayê nekir û paşê bi biryara Înterpolê di sala 2014an da teslîmî Libyayê kiribû.
Dadgeha Îstinafê ya Trablûsê di 28ê Tîrmeha 2015an da ji bo Seyfûlîslamê kurê Qeddafî, Serokwezîrê berê Mehmûdî û şefê berê yî Îstixbaratê Senûsî da biryara îdamê dabû.