Türkan Tosun
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
MADRÎD
Li Barselonaya bajarê Îspanyayê trêneke banliyoyê ji rêya xwe derket, herî kêm kesek mir, jê 5 giran 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya radyoya Katalonya RAC1ê bi saeta herêmî 06.15an da (bi saeta Tirkiyeyê di 08.15an da) trêna ku di navbera Manresa-Sant-Vicenç de Caldersê da li ser xeta R4an sefer dikir, ji rêya xwe derket.
Antonîo Carmonayê Berdevkê saziya trenê ya Îspanyayê Renfeyê daxuyand gelek birîndar hene.
Rayedarên tîma Parastina Sivîl jî daxuyandin li gor tespîtên ewil herî kêm kesek mir, jê 5 giran 10 kes jî birîndar bûn.
Qeza trenê li herêma Vacarîssesê çêbû, 14 wesayîtên agirkûjê, 8 ambulansû tîmeke polêsan çûn herêmê.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Ji ber qezayê seferên trênan ên di navbera Terresa-Manresayê hatin rawestandin.