Mumyayên Yuya û jina wî Tuya li Muzeya Misirê hatin nîşandan
Ji ber 116emîn salvegera avakirina Muzeya Misirê li muzeyê mumyayên Wezîr Yuya û jina wî Tuya û 214 berhemên din hatin nîşandan
Al Qahirah
KAHÎRE
Ji ber 116emîn salvegera avakirina Muzeya Misirê li avahiyê muzeyê ya li Qahîreyê çalakiyek hat lidarxistin.
Di çarçoveya çalakiyê da mumyayên Wezîr Yuya û jina wî Tuya yên ku di 1905an da hatine dîtin û 214 berhemên nû yên heyama wê demê li muzeyê hatin nîşandan.
Gelek wezîrên Misirî û balyoz beşdarî çalakiyê bûn.
Wezîrê Berhemên Dîrokî Xalid el-Ananî di merasimê da axivî û got koleksiyona Yuya û Tuya wê cihê koleksiyona Fîrawun Tutanhamon a ku neqlî Muzeya Misirê ya Mezin hatiye kirin, tije bike.
Ananî got koleksiyona Fîrawun Tutanhamon a ku neqlî Muzeya Misirê ya Mezin hatiye kirin wê qîmeta Muzeya Misirê kêm neke, lewra mumyayên Yuya û Tuta yên ku gora wan di 1905an da hatine dîtin bi halê nû va cara ewil tên nîşandan.
Koleksiyona Fîrawun Tutanhamon neqlî Muzeya Misirê ya Mezin hatibû kirin.
Yuya ji hêla dê va kalikê Fîravun Akhenaton e. Yuya di dema Fîravun IV. Tutmosîs ê ku B.Z. di navbera salên 1401-1391an da wezîfe kiriye da bûye wezîr.