YPG/PKKyê li Hesekeyê gule berî çalakvanan da
Li Şedadiya navçeya Hesekê ya li nêzî sînorê Iraqê gel çalakî li dar dixist. YPG/PKKya rêxistina terorê gule berî çalakvanan da
Syria
ŞEDADÎ/ÎSTANBUL
YPG/PKKya rêxistina terorê li Şedadiya navçeya Hesekê ya li nêzî sînorê Iraqê gule berî gelê ku çalakî li dar dixist da.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, li Şedadiyê gel ji bo tundî û baca zêde protesto bike 3 roj berê çalakî da destpêkirin, YPG/PKKya rêxistina terorê duh êvarê hewan avête ser gel û li ser vê çalakî mezin bû.
YPG/PKKya mitefîqê Amerîkayê ya ku Amerîka piştgiriyê didê bi sîlahên giran gule berî çalakvanan da.
Hat ragihandin ku hin çalakvan birîndar bûn.
Li navçeya ku rêxistinê ketin û derketina wê girt vê gavê sikunet heye.
Şedadî li tanga sînorê Sûriye û Iraqê di navbera Hesek û Dêrazorê da cî digre. Li herdu bajaran jî car caran li dijî YPG/PKKyê çalakî tên lidarxistin.