Haydar Şahin
20 Mijdar 2022•Rojanekirin: 20 Mijdar 2022
Li Îranê xwepêşandanên piştî mirina Mehsa Emîniyê dest pê kirin li hin zanîngehan dewam kirin.
Li zanîngehên li bajarên cuda yên welêt ên wekî Mazenderan, Şehîd Beheştî, Urmiye, Zanistên Tibê ya Tebrîzê, Zehra, Zanist û Teknolojî, Noşîrewanî, Terbiyet Muderrîs, Kirmanşah Razî, Allame Tebatebayî, Emîr Kebîr, Zanistên Tibê ya Senendecê, Azad, Kurdistan, Tehran Huner û Hamid Qederzadeyê xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.
Her wisa hat destnîşankirin di xwepêşandanên li zanîngehan hatin lidarxistin da gelek kes hatin binçavkirin.
- Xwepêşandanên li Îranê
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûbergan binpê kir" hatibû binçavkirin û paşê ketibû komayê. Li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, di daxuyaniya xwe ya di 17ê Mijdarê da diyar kiribû ku hejmara kesên di xwepêşandanan da hatin kuştin derket 342yan.
Her wisa tê îdiakirin, di xwepêşandanên ku li tevahiya welêt didomin da zêdeyî 10 hezar kesî hatin binçavkirin. Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê jî di xwepêşandanan da zêdeyî 50 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.