Dildar Baykan Atalay
20 Mijdar 2022•Rojanekirin: 20 Mijdar 2022
Xwediyê şirketa Twitterê yê nû Elon Musk daxuyand ku hesabê Twitterê yê Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump piştî sergirtina Kongreyê ya 6ê Çileya Paşîn a 2021î hatibû girtin ku ewê dîsa bê vekirin.
Musk li ser Twitterê di 18ê mijdarê da anketek çêkir û pirsa "Hesabê Trump divê paşve bê dayîn an na?" pirs kir.
Paşê Musk encama anketê eşkere kir û got ji sedî 52yê bikarhênerên Twitterê gotin "erê".
Musk wiha dewam kir: "Gel axivî. Trump wê vegere."
Musk gotineke Latînî ya ku dibêje "Vox Populi, Vox Dei." û tê meneya "Dengê gel, dengê Xwedê" parve kir.
Piştî sergirtina Kongreyê ya 6ê Çileya Paşîn a 2021î hesabê Trump hatibû girtin û paşê Twitterê eşkere kiribû ku ev hesab wê êdî neyê vekirin.