Emre Doğan
19 Mijdar 2022•Rojanekirin: 21 Mijdar 2022
Kupaya Dinyayê ya 2022 FIFA wê bi pêşbirka di navbera Qeter û Ekvadorê da dest pê dike.
Tevahî 32 tîmên futbolê yên di asta tîmên neteweyî da ne wê beşdarî kupayê bibin, pêşbirk wê di 18ê çileya pêşîn da bi pêşbirka dawîn va biqede.
Cara ewil e ku kupaya dinyayê wê li welatekî ereban Qeterê bê lidarxistin.
Di kupayê da 64 pêşbirk wê çêbibin û ewê li 8 stadan bên lîstin.
Tîmên beşdarî kupayê dibin bi çareçar di 8 koman da wê bên pêşberî hev.
Pêşbirkên koman wê di navbera 20ê mijdarê û 2yê çileya pêşîn da çêbibin. Piştî vê du tîmên di rêza yekem da cih bigirin wê derkevin tura 16yan a dawîn.
Pêşbirkên tura 16yan wê di navbera 3-6ê çileya pêşînda çêbibin.
Pêşbirka fînalê ya çaryekê wê di navbera 9-10ê çileya pêşîn da, pêşbirka nîvefînalê jî wê di navbera 13-14ê çileya pêşîn da çêbibe.
Di 18ê çileya pêşîn da jî pêşbirka fînalê wê çêbibe.