Nihat Kavşut
04 Nîsan 2020•Rojanekirin: 04 Nîsan 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 158 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 3 hezar û 452yan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur bi daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê da zindî hat weşandin diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 158 kesên din jî mirin û 2 hezar û 560 nexweşên nû hatin tesbîtkirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 452yan û hejmara nexweşan jî derketiye 55 hezar û 743yan.