Wezîr Kasapoglu hejmara welatiyên di karantînayê da eşkere kir
"Hê li wargehan 15 hezar û 756 welatiyên me yên ji dervayî welêt hatin hene û ji bo karantînaya 14 rojan li wargehan dimînin. Li 78 wargehên li 51 bajarên me xizmeta karantînayê didin"
Ankara
Mehmet Muharrem Kasapogluyê Wezîrê Sporê Ciwaniyê diyar kir ku hê li wargehan 15 hezar û 756 welatiyên ji dervayî welêt hatin û ji bo 14 rojan di karantînayê da ne hene.
Kasapogluyê Wezîrê Sporê Ciwaniyê daxuyanî da û destnîşan kir ku welatiyên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji dervayî welêt hatin ji bo karantînaya 14 rojan li wargehên xwendkaran dimînin û agahiyên hejmara van welatiyan da.
Kasapoglu diyar kir ku li wargehên xwendekaran ên wezaretê xebateke mezin tê meşandin û wiha pê da çû: "Hê li wargehan 15 hezar û 756 welatiyên me yên ji dervayî welêt hatin hene û ji bo karantînaya 14 rojan li wargehan dimînin. Li 78 wargehên li 51 bajarên me xizmeta karantînayê didin."
Wezareta Spor û Ciwaniyê der barê hejmara welatiyên di karantînayê da û bajarên lê dimînin da ahagî parve kir.
Agahiyên hatin parvekirin wiha ne:
Bajar | Hejmara welatiyên di karantînayê da dikin mêvan |
Edene | 292 |
Adiyeman | 36 |
Agirî | 426 |
Amasya | 308 |
Enqere | 14 |
Erdexan | 30 |
Bayburt | 34 |
Balikesir | 7 |
Bîlecik | 147 |
Bîngol | 90 |
Bidlîs | 165 |
Bolu | 616 |
Burdur | 167 |
Bûrsa | 513 |
Çeneqele | 200 |
Duzce | 458 |
Erzincan | 270 |
Erzirom | 270 |
Gazîentab | 652 |
Gîresun | 301 |
Hatay | 281 |
Îdir | 104 |
Îsparta | 280 |
Stenbol | 78 |
Îzmir | 407 |
Qers | 100 |
Karaman | 473 |
Kastamonu | 253 |
Qiriqele | 144 |
Qirxlarelî | 527 |
Kîlîs | 4 |
Kocaelî | 117 |
Kutahya | 334 |
Manisa | 317 |
Mêrsin | 1.276 |
Muxla | 151 |
Mûş | 103 |
Nixde | 652 |
Sakarya | 1.801 |
Samsun | 408 |
Sêrt | 456 |
Sêwas | 736 |
Şanliurfa | 189 |
Şirnex | 248 |
Tekirdax | 360 |
Toqat | 320 |
Tuncelî | 253 |
Trabzon | 37 |
Uşak | 123 |
Yalova | 82 |
Zonguldak | 146 |
Bi tevahî | 15.756 |