Nihat Kavşut
04 Nîsan 2020•Rojanekirin: 05 Nîsan 2020
Li dinyayê hejmara kesên ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 60 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku li dinyayê agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 60 hezar û 113 kesan û hejmara kesên bi Kovîd-193ê ketine jî derket milyonek û 130 hezar û 114an.
Hejmara kesên ji ber şewbê mirin herî zêde bi 14 hezar û 681 kesan li Îtalyayê pêk hat. Peyra bi 11 hezar û 744 kesî Îspanya, bi 7 hezar û 403 kesî Amerîka, bi 6 hezar û 507 kesî Fransa, bi 3 hezar û 605 kesî Îngilistan û û bi 3 hezar û 452 kesî Îran tê.
Li Çîna ku Kovîd-19 lê derket jî 3 hezar û 326 kes mirin.
Şewba Kovîd-19ê ya li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê Kanûna 2019an da derket li dinyayê ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.