Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 296 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Türkan Tosun  | 25.10.2020 - Rojanekırın : 27.10.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 296 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 24 saetên dawîn da 296 zêde bû û derkete 32 hezar û 616an.

Sîma Sedat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 296 kes mirin û 6 hezar û 191 kes jî bi vîrusê ketin.

Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 32 hezar û 616an, ya pêketiyan jî derket 568 hezar û 896an.

Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 4 hezar û 969 pêketiyan giran e, hetanî nika 455 hezar û 54 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.

Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî niha 4 milyon û 719 hezar û 587 test hatine kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan li Tehrana paytext û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê dîsa dest bi sînordarkirinan kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın