Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 43 milyonî derbas bû
Ankara
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 43 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê hejmara kesên heta niha bi Kovîd-19ê ketin gihîşte 43 milyon û 2 hezar û 322yan.
Welatê ku mirî û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 8 milyon û 827 hezar û 932yan.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
Hindistan (7 milyon û 866 hezar û 740), Brezîlya (5 milyon û 381 hezar û 224), Rûsya (milyonek û 513 hezar û 877), Îspanya (milyonek 110 hezar û 372), Fransa (milyonek û 86 hezar û 497), Arjantîn (milyonek 81 hezar û 336), Kolombiya (milyonek û 7 hezar û 711), Meksîka (886 hezar û 800), Peru (886 hezar û 214) û Îngiltere (854 hezar û 10).
Li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan gihîşt 359 hezar û 784an.
Şewba Kovîd-19ê ya li Wuhana bajarê Çînê derket holê ji 200î zêdetir welat û herêman belav bû. Ji ber şewbê milyonek û 155 hezar û 524 kes mirin.
31 milyon û 707 hezar û 974 kesên şewbê ketin baş bûn, tedawiya 10 milyon û 138 hezar û 824 kesan dewam dike.