Dinya

YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazorê gule berda li ser gelê ku Fransayê protesto dikir

Jê yek giran, 4 sivîl birîndar bûn

25.10.2020 - Rojanekırın : 26.10.2020
 YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazorê gule berda li ser gelê ku Fransayê protesto dikir

Haseke

YPG/PKKya rêxistina terorê li Dêrazorê gule berda li ser gelê ku Fransayê protesto dikir, jê yek giran 4 sivîl birîndar bûn.

Li Fransayê karîkaturên heqaretê li Hezretê Mihemed dikin li ser hin avahiyan hatin daliqandin. Piştî vê gelê Sûriyeyê xwest Fransayê protesto bike.

Li Dêrazorê gel dakete kolanan ku xwepêşandanê bike û bertek nîşanî Fransayê bide.

Mamoste û xwendekar jî beşdarî xwepêşandanê bûn, gel xwest eskerên Fransayê ji axa wan derkeve.

Li gundê Garanîcê YPG/PKKya rêxistina terorê gule berda li ser gel jê yek giran 4 sivîl birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyê, tedawiya wan dewam dike.

Li Fransayê di 16ê cotmehê da serî mamosteyekî hatibû jêkiribûn û hatibû ragihandin mamosteyê hatiye kuştin mamosteyê dîrokê ye û di dersa xwe da ji ber ku karîkaturê Hezretî Mihemed nîşan daye hatiye kuştin.

Piştî vê bûyerê ji siyasetmedaran qismeke mezin dijî Îslamê û Misilmanan daxuyanî dan, zexta li ser Misilmanan jî zêde bû. Li alema Îslamê jî dijê Fransayê xwepêşandan çêbûn. Macron di daxuyaniyeke xwe ya dawîn da gotibû ewê karîkaturên dijî Hezretî Mihemed biweşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın