Ahmet Dursun
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 09 Tebax 2023
Li bajarê Merendê yê eyaleta Azerbeycana Rojhilat a Îranê, cezayê 5 kesên ji ber sûcê tecawizê hukimê idamê xwarin, hat înfazkirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya Rayeya Daraza Îranê, Dozgerê Giştî yê bajarê Merendê Yûsif Ziya Mehr ragihand, 5 kesên ji ber sûcê tecawizê cezayê idamê xwarin, hatin dardakirin.
Hat destnîşankirin, kesên navborî di Gulana 2022yan da li ser gilîbûna jinekê hatin qefaltin, di dadgehê da bi sûcê xwe mukir hatin û her wiha hukmê idamê xwarin.
Dozgerê Îranî destnîşan kir, piştî ku biryara dadgehê ji hêla Dadgeha Bilind hat pejirandin, înfaz hatin pêkanîn.