Önder Beyter
03 Hezîran 2019•Rojanekirin: 04 Hezîran 2019
Li Sûriyeyê ji wextê fitarê vir va di êrîşên asîmanî û bejayî yên balafirên şer ên rejima Beşar Esed ên dijî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê da 7 sivîl hatin kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn.
Rejima Esed û Rûsya ji wextê fitarê vir va li deverên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" ji asîman û bejayê êrîşî gundên Îdlibê Keferlata, El Bara, Xîş û Maretxirmeyê, gundê El Kebîne yê Lazqiyeyê û devera çiyayî ya li bakurê Hemayê jî gundên El Erbaîn û Ez Zekatê kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Parastina Sivîlan (Kumsipî) hat wergirtin, di êrîşên asîmanî da li Îdlibê li Kefer Latayê 1, li El Barayê 2 û li gundê Xîşê 1, li devera çiyayî ya li bakurê Hemayê jî li El Erbaînê 1, li gundê Ez Zekatê 2, bi tevahî 7 sivîl hatin kuştin, gelek sivîl jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din va rejima Esed nîvê şevê bi bombeya fosforê ku emilandina wê qedexe ye, êrîşî gundê Şêx Mistefa yê Îdlibê kir.
Di sê rojên dawîn da di êrîşên balafirên şer ên rejima Esed ên dijî deverên li "Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê" da 11 sivîl hatin kuştin.
- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.
Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.
Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e, 269 sivîl ku di navê da jin û zarok jî hene, hatin kuştin.
Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.
Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxin, car caran operasyonan dikin.