SANA
Li Tayîza bajarê Yêmenê di navbera hûsiyan û Hêzên Berxwedana Gel de şer derket. Di şer de 31 kes mirin 81 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên ji nexweşxaneyê hat hildan, li herêmên Rojhilat, rojava û bakurê bajarê Tayîzê di navbera hûsiyan û Hêzên Berxwedana Gel de şer derket. Di şer de 23 milîtanên hûsî, 6 rayedarên Hêzên Berxwedana Gel mirin û 66 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku Hêzên Berxwedana Gel cihên stratejîk yên wekî Çiyayên Hadaîq Salih, Eş-Şeybanî û girtîgeha navendî ya bajêr ku di destê hûsiyan de bû, girt bin kontrola xwe. Ji aliyê din ve dema hûsiyan bi bombeyan êrîşî taxên Kelabe, Er-Rawda û Ûsayfîraya bajarê Tayîzê kir, 2 sivîl mirin, 15 kes jî birîndar bûn. Her wiha di êrîşa hûsiyan ya li bajarê Adenê de 18 sivîl mirin, bi dehan kes birîndar bûn.
Li Yêmenê paytext Sanayê alîgirên Serokomar Ebdurabbu Mansur Hadî û Hêzên Berxwedana Gel êrîşî cihê husiyan kirin. Hat ragihandin ku di êrîşan de 8 milîtan mirin û 9 milîtan jî birîndar bûn.
Ofîsa Hêzên Berxwedana Gel daxuyand ku li navçeya Erhabê ya ku bakurê Sanayê ye êrîşî husiyan kirin û di êrîşan de 8 milîtan mirin û 9 milîtan jî birîndar bûn.
Hêzên Berxwedana Gel di rojên dawîn de li bajarên Sana, Amran, Zemar û Seadayê her tim êrîşan dikin.
Piştî şoreşê li Yêmenê îstiqrara siyasî pêk nehat. Hêzên girêdayî rêvebiriyê ji bo ku husiyan bidin sekinandin di meha adarê de bi koalîsyona serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ve operasyon biribûn ser husiyan.
Li bajarê Adenê di êrîşên hûsiyan de 7 sivîl mirin.
Hat ragihandin ku di êrîşên hûsiyan ên li Adenê de 7 sivîl mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin hildan, hûsiyan bi topên hawanê êrîş bir ser herêma el-Mansûrayê, di êrîşê de 7 sivîl mirin û bi dehan jî birîndar bûn.
Ji ber ku hejmara mirî û birîndaran zehf e, li Nexweşxaneya 22ê Gulanê de cih nema.
Ji aliyê din ve şahidên bûyerê gotin ku balafirên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan Erebistana Siûdî dike, êrîş birin ser tûgayên hûsiyan ên li paytext Sanayê û hûsiyan jî li hemberî vê êrîşê bertek nîşan da.
Koalisyona di serkêşiya Erebistana Siûdî da ji bo hûsî li Yêmenê pêş nekevin, di 26ê adarê da operasyona bi navê "Bahoza Biryardariyê" dabû destpêkirin. Piştî banga rêveberiya Hadî ya ji bo midexeleyê operasyon di 21ê nîsanê da sekinî û ji bo gelê Yêmenê operasyonên "Vegera Hêviyê" dest pê kirin.