Biqasî 800 Sûriyeyên ku ji ber şer û pevçûnên di navbera rêxistna terorê DAEŞê û hin komên kurdan ên li Girê Spî ya girêdayî Reqqayê revîn û hatin ber sînor, ji Akçakaleyê derbasî Tirkiyeyê bûn.
Li rojhilatê bajêr di navbera DAEŞa ku dixwaze kontrola Girê Spî ji nû va bike kontrola xwe û komên kurdan de pevçûn dîsa gur bûn.
Biqasî 800 Sûriyeyên ku ji ber şer û pevçûnan revîn û xwestin ku xwe bispêrin Tirkiyeyê, hatin ber xeta sînor. Penaber ji taxa Onculê ya Akçakaleyê derbasî Tirkiyeyê bûn.
Penaberên ku zêdetir ji jin, zarok û extiyaran pêk tên piştî ku ji sînor derbas dibin, tînin navenda qeydê ya li Deriyê Sînorê Akçakaleyê û dû re jî dişînin kampan.
5 birîndarên ku di pevçûnan de birîndar bûn, ji aliyê ekîbên 112 Servîsa Bilez ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê. Hat îdiakirin ku birîndar dema ku xwestin biçin malên xwe bi guleyên DAEŞê birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê li ser xeta sînor tevdîrên emniyetê zêde kirin.