HEWLÊR
Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî ji lijneya DYAyê ya ku hat Hewlêrê, ji bo pêşmergeyan çekên giran xwest.
Barzanî bi lijneya senator û rayedarên leşkerî ya di bin serokatiya Berpirsyarê Komîteya Amadehiya Leşkerî ya Meclisa Nûneran a Kongreya DYAyê Rob Wîttman de hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ku di malpera Ajansa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê de hat weşandin, Barzanî di hevdîtinê de wiha got: "Divê DYA zêdetir alîkariya çekan li Kurdistanê bike. Bi taybetî jî ji mera çekan giran lazim e. Lewra ev tenê şerê Kurdistanê nîne, şerê hemû dinyayê."
Barzanî bal kişand ser şerê bi DAEŞê re û wiha xeberda: "Heger di destê me de çekên giran û baş hebin em ê zêdetir li dijî DAEŞê şer bikin û miriyên me jî hindik bin. Ji ber vê jî divê hikûmeta Iraqê jî wezîfeya xwe bike û alîkariya pêşmergeyan bike."
Wîttman jî destnîşan kir ku li cem gelê Amerîkayê ciyê Herêma Kurdistanê mezin û taybet e.