ÎDLÎB
Hat ragihandin ku di êrîşa asîmanî ya artêşa Sûriyeyê ya li dijî Îhsîma bajarokê Îdlibê de 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Berpirsê parastina sivîl ê ji bajarokê Îhsîma li herêma Cebel el-Caviyeyê Mustafa El-Fadil di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku firokeyeke şer a artêşê sûka bajarok da ber bombeyan.
Fadil diyar kir 10 kesên ku di nava wan de jin û zarok jî hene mirin û 20 kes jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Di êrîşê de herwiha gelek kargeh û wargeh ên li sûkê hilweşiyan an jî zirar dîtin."
Dîsa hatibû daxuyandin ku îro yekîneyên rejîmê li dijî Dûmaya navçeya Şamê êrîşa asîmanî pêk anîn û di encamê de 10 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn.