Türkan Tosun
22 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Li Xeta Xezeyê ya ku hatiye dorpêçkirin cara ewil di mirovan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.
Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Yusuf Eburrîş di civîna çapemeniyê da daxuyand di du kesên pêncşema çûyî ji Pakistanê zivirîn da Kovîd-19 hat tesbîtkirin.
Eburrîş got ew kes di karantînayê da ne, heta niha tu kesî da ev nexweşî nehatibû tesbîtkirin ku ev cara ewil e.
Eburrîş anî ziman kesên ji derva tên Xezeyê li gor telîmatên Wezareta Tenduristiyê di karantînayê da dimînin, heta emreke duyem jî nimêjên înê wê li mizgeftan neyê kirin.
Ji bilî vê Eburrîş got salonên dewat lê tên kirin, qehwexane û xwaringeh jî hatin girtin.