Önder Beyter
22 Adar 2020•Rojanekirin: 22 Adar 2020
Di xebatkarekî ofîsa Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence da piştî ku cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat tesbîtkirin, Pence jî testa vîrusê da kirin û test negatîf" derket.
Şêwirmenda Çapemeniyê ya Pence, Katie Millerê encamên testê yên Pence û jina wî Karen Pencê ji ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand.
Millerê di peyama xwe da wiha got, "Ez kêfxweş im ku ez radigihînim ku hem testa Kovîd-19 a Alîkarê Serok Mike Pence û hem jî ya jina wî Karen Penceê negatîf derketin."
Pence duh di civîna çapemeniyê ya rojane a li Qesra Spî da bi bîr xistibû ku testa Kovîd-19 a xebatkarekî ofîsa wî pozîtîf derket û wiha gotibû, "Kesê navborî ji duşemê pê va nekat hat. Aniha rewşa wî gelekî baş e. Ji nêzîk va temaseke min pê ra çênebû, lêbelê îro piştî nîvro ez û jina xwe em ê dîsa jî testê bikin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dawiya hefteya çûyî testa vîrusê dabû kirin û encamên wî jî negatîf derketibûn.
Li gorî daneyên dawîn ên Zanîngeha John Hopkinsê, li Amerîkayê hejmara weqayan derket 19 hezar û 624an û ya miriyan jî derket 260an.