Türkan Tosun
17 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2021
Li Muradiyeya navçeya Wanê ji ber berf û bagerê rêya taxekê hat girtin, tîmên şaredariyê û tenduristiyê 6 saetan hewl dan ku jinika ducanî ya li wê taxê asê maye bigîhinin nexweşxaneyê.
Li Taxa Gultepeyê Neslîşah Firtinaya 28 salî ji ber ku sanciyên wê dest pê kir caw da ku wê bigîhinin nexweşxaneyê.
Lê ji ber berf û bagerê rêya taxê girtibû tîmên Şaredariya Muradiyeyê6 saetan xebitîn û rê vekirin.
Tîmên tenduristiyê jinika ducanî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê û hat ragihandin rewşa wê baş e.