Türkan Tosun
21 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2020
AMMAN (AA) - Serokwezîrê Urdunê Beşîr el Hasavne daxuyand ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) heta dawiya salê rojên înê derketina derva wê qedexe be.
Hasavne di civîna çapemeniyê da daxuyand ji ber şewba Kovîd-19ê tevdîrên nû hatine dîtin.
Hasavne anî ziman qedexeya derketina derva ya şev wê ji 24ê cotmehê pê va saetekî zûtir bibe, di navbera saet 23.00-06.00an da li welêt derketina derva wê qedexe be.
Hasavne got kargeh û cihên ticaretê jî wê ji saet 22.00an pê va bên girtin.
Serokwezîr Hasavne daxuyand heta dawiya salê rojên înê jî derketina derva wê qedexe be, di perwerdeyê da jî heta dawiya heyama ewil ji dûr va perwerde wê bê dayîn.
Li Urdunê heta niha ji ber Kovîd-19ê 414 kes mirin, 40 hezar û 972 kes jî bi vîrusê ketin.