Dinya

Seferên balafiran ên ji Îsraîlê ber bi Dubaiyê va wê serê sala 2021î dest pê bike

Abdullah Tel  | 21.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Seferên balafiran ên ji Îsraîlê ber bi Dubaiyê va wê serê sala 2021î dest pê bike

Quds

Arkiaya şirketa duyemîn a rêhewayê ya Îsraîlê ragihand ku ew ê ji serê sala 2021î pê va seferên balafiran ên ber bi Dubaiya ji 7 Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb mîrektiyeke, bidin destpêkirin.

Li gor malpera nûçeya Walla ya ku navend Îsraîl e, rêvebirê payebilind ê Arkia Internationalê Oz Berlowitz got: "Firotina bilêtên seferên balafiran ên rasterast ber bi Dubaiyê va cara ewil e ji alî me va tê kirin û em bi vê yekê serbilind in."

Berlowitz destnîşan kir ku biryara seferên balafiran ên ber bi Dubaiyê va ji ber daxwaza sektora taybet, kom, karsaz û organîzatorên konferansan va hat dayîn.

Di berdewamiya axaftina xwe da Berlowitz got ku ji bo di demeke nêz da ber bi Behreyn û Mîrektiya Şarîkayê va rasterast seferên balafiran bên kirin jî mijarê dinirxînin.

Duh ji alî Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va cara ewil serdaneke payebilind ber bi Îsraîlê va hat kirin û muafiyeta vizeyê jî di nav da 4 peyman hatibûn îmzekirin.

Îsraîl û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb roja yekşemê ji bo ku ji Balafirgeha Ben Gurion a li Tel Avîvê ber bi balafirgehên Abû Dabî û Dubaiyê va heftane 28 seferên balafiran bên kirin lihev kiribûn.

Sefera ewil a ji Îsraîlê ya ber bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va jî tê payîn ku roja sêşemiyê bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.