25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê qedexeya derketina derva ya ku do hatibû îlankirin rabû.
Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê da hat diyarkirin ku li Yafes û Sûra taxên Cizîrê qedexeya derketina derva ya ku do di saet 14.00an da hatibû îlankirin îro di saet 06.00an da hat rakirin.
Walîtiya Şirnexê ji bo li taxên Yafes û Sûrê derdestkirina endamên rêxistina terorê, sergirtina hendekan, rakirina barîqatan, pêkanîna ewlehiya can û malê gel li gor qanûna îdareya bajêr a bi hejmara 5442yan hetanî femaneke din qedexeya derketina derva îlan kiribû.