Haydar Şahin
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
KAMPALA
Hat ragihandin ku li Ugandayê hêlan ket erdê, herî kêm 40 kes mirin.
Li gor xeberên di medyaya neteweyî da hatin weşandin, li Bududaya herêma li rojhilatê welêt ji ber barana zêde hêlan kete erdê, piştî hêlanê gelek xanî û dikan di binê axê da man.
Ji ber hêlanê zinarên terikî ji ciyên xwe şiqitîn, hetanî nika cesedê 40 kesî ji binê axê hat derxistin.
Rayedar dibêjin ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.