Haydar Şahin
12 Tebax 2019•Rojanekirin: 13 Tebax 2019
Li Sinigidaya bajarê Tanzanyayê Misliman ji bo nimêja Eyda Qurbanê çûn mizgeftan.
Li Tanzanyayê rojekê piştî Tirkiyeyê dest bi pîrozkirina Eyda Qurbanê kirin. Mislimanên li bajarê Singidayê ji bo nimêja eydê bi zarên xwe ra li Mizgefta Masjid Istiqaamayê hatin ba hev.
Piştî nimêjê xutbe hat xwendin û di xutbeyê da ji bo yekîtî û bihevrabûnê bang hat kirin û Mislimanan bi hev ra dia kirin.
Ekîba Komeleya Destê Êtîman a Ewropayê ya ji bo organîzasyona qurbanê hat herêmê jî piştî nimêja eydê çû eydaniya gel û li zarokan şekir belav kirin.
Rayedarên komeleyê ew ê îro û sibê qurbanên hatine bexşandin serjê bikin û li hewcedaran belav bikin.