Anadolu Agency gihîşte rapor û wêneyan yên sûcên şer yên ku rejîma Esed li Sûriyeyê dike.
Kesekî ku 13 sal e di artêşa Sûriyeyê de wek polêsê leşkerî peywirê dike, ji destpêka şerê navxweyî pê ve bi hevkarên xwe re hatiye peywirdarkirin ku wêneyên kesên mirî yên ku tînin nexweşxaneya leşkerî ya girêdayî rejîmê bikşîne. Kesên ku anîne nexweşxaneyê, hemû ji muxalifên Sûriyeyî yên ku dema girtî bûne bi îşkenceyê, bi destan ve xeniqandinê û ji birçîbûnê ve hatine kuştin pêk dihatin.
Polêsê leşkerî, piştî nimerekirana van kesên ku her roj mirî dianîn nexweşxaneya leşkerî, wêneyên rû û bedena wan dikişand. Ev wêne piştî ku bi destxetan li ser rû û bedena wan nîşeyên bi şîfre dihatin nivîsandin hatine kişandin. Ev şîfre weke belge hatine qebûlkirin ku fermana înfazê hatiye cih.
Polêsê leşkerî di du salan de 55 hezar wêne kişand û pişt re li hemberî van îşkenceyên sîstematîk li ber xwe neda û dizîka ve bi muxalîfên Sûriyeyê re kete îrtîbatê. Polêsê leşkerî wêneyên ku dikişand qeydî flaş bellekê kir û dizîka ve da muxalîfan. Pişt re muxalîf van wêneyan da komîsyona lêpirsînê. Komîsyona ku ji pisporan pêk tê biryar da ku ev wêne ji bo 'sûcê hemberî mirovahiyê' û 'sûcên şer' delîlên girîng in û ku li hemberî rejîma Esed doz bê vekirin.
Di komîsyonê de dozger û parêzerên di dadgeha ku ji bo darizandina Serokê Dewleta Yûgoslavyayê yê berê Mîlosevîçê ku berê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bi hinceta sûcê şer kiriye û Sîerra Leona yê hatibûn avakirin de vezife girtibûn jî cih girtin. Wêne û dîmen ji bo rastiyê û ku pê bê bawer bikin ku li ser nehatine lîstin di laboratuvara Îngiltereyê de hat vekolandin. Piştî vekolandinê diyar bû ku wêne resen in û li ser wan nehatine lîstin.
Komîsyonê ji 55 hezar wêneyan 26 hezarê wan vekola
Di dawiya vekolanê de hat tesbîtkirin ku kesên di wêneyan de dest û pêyên wan hatine girêdan û li wan îşkence hatiye kirin, bi têl, bend, heta bi qayîşên trîgerê yên wesaîtan hatine xeniqandin. Heta bi birçîhîştinê jî îşkence kirine. Komîsyonê texmîn kir ku kesên bi van rê û rêçikan hatine kuştin û 55 hezar wêneyên wan hatine kişandin, 11 hezar kes in.
Komîsyonê wek şahid kesê ku wêne kişandine guhdar kir. Ji bilî vî şahidî, şahidekî têkilî vê mijarê jî hat guhdarkirin. Komîsyonê biryar da ku ev belge ji bo dadgeheke ku ji bo sûcê şer bê sazkirin delîlên eşkere ne. Komîsyonê ev xebat kire rapor. Rapor ji aliyê hemû endamên komîsyonê ve hat îmzekirin. Pispor dibêjin ku bandora van wêneyan dê li ser ayendeya Esed û hevdîtinên Cenevreyê çêbibe.