Önder Beyter
13 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Li bajarê Hewlêrê yê Iraqê qelebalixiya ku li sûk û bazaran piştî fitarê dest pê dike, di dema paşîvê da jî dewam dike
Xelkê Hewlêrê ku keysa xwe li hewaya xweş tîne, berê xwe dide sûk û bazaran. Beşek ji gel qederekê ji xwe ra li bazarê digerin û dû ra vedigerin malê. Lêbelê hinek jê jî heya paşîvê li derva dimînin.
Di dema paşîvê da jî xelkê Hewlêrê herî zêde diçin loqinteyên edetî yên ku goştê qaz, werdek, mirîşk, kew û qarûtkan dikelînin an jî sor dikin.
Ne tenê xelkê Hewlêrê, herwiha ji bajarên cîran ên wekî Kerkûk, Duhok û Silêmaniyê jî mişterî tên van loqinteyan.
Moyed Mutesam ku li Hewlêrê xwediyê restoranekê ye ku bi goştê kewan navdar e, ji peyamnêrê AAyê ra got ku di meha remezanê da li gorî mehên din ew bêtir kar dikin.
Mutesam bal kişand ku jimara muşteriyan nexasim dema paşîvê zêde dibe û wiha dewam kir, "Li cem me qelebalixî ji 23.00yan heya paşîvê dewam dike. Ligel goştê kewan, mişteriyên me goştê qaz û qarûtkan jî tercih dikin."
Mutesam herwisa got ku meha remezanê ji bajarên cîran jî muşterî tên xwaringeha wî û wiha pê da çû, "Ji Silêmanî, Duhok û Kerkûkê jî gelek însan ji bo ku goştê kew, qaz, qarûtk û werdekan bixwin tên vê derê."