Haydar Şahin
2018 ж. 17 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 17 мамыр
WASHINGTON
Li Amerîkayê di roja ewil a remezanê da mizgeftên li bajarên mezin fitar dan û gelek Misliman anîn ba hev.
Li Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) ya li eyaleta Marylandê wekî sala par îsal jî bernameyên fitarê tên lidarxistin.
Di roja ewil a rojiyê da ligel barana gur gelek kes di fitara bi destê DCAyê li restoranekê hat dayîn da civiyan.
Rayedarên DCAyê destnîşan kirin ku ew ê hetanî dawiya remezanê her rojî fitarê bidin, li bendê ne ku di fitarên dawiya hefteyê da beşdarvan zêde bibin.
- Li New Yorkê fitara ewil
Gelek Mislimanên beşdarî fitara Navenda Çandê û Mizgefta Diyanetê ya Bergenê ya li New Yorkê bûn jî ji ber ku di fitara ewil da hatin ba hev bextewar bûn.