24 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
TRABLUS
Hat ragihandin ku hejmara rehîneyên tirk ên ku duhê di operasyonên dijî rêxistina terorê DEAŞê yên li bajarê Sîrteyê yê Libyayê da dudu ne.
Serokê Meclisa Leşkerî ya Misratayê Îbrahîm Beytulmal di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê da wiha got, "Hejmara rehîneyên tirk ên ku li Sîrteyê ji destê DEAŞê hatin derxistin, wekî ku berê hatibû ragihandin ne yek, bereks dudu ne."
Beytulmal destnîşan kir ku welatiyên Tirkiyê yên ku hatin rizgarkirin, niha li ciyekî ewle ne û di bin parastina yekîneyên Hikûmeta Rêkeftina Neteweyî da ne û wiha got, "Meqamên Libyayê bona ku herdu welatiyên Tirkiyê teslîm bike, peywendî digel Konsolosxaneya Tirkiyê danî."