CEYLANPINAR
Li navçeya Serêkaniyê (Resul-Eyn) a Suriyê ku nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye di navbera PKKê û Cepheya Nusrayêw de pevçûn didomin. 4 Suriyeyî yên ku di pevçûnan de birîndar bibûn bi ambûlansan ji gumrikê anîn nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê. Guleyên ku ne diyar e ji ku tên welatiyan birîndar dikin.
Mixtarê Taxa Cumhuriyetê Nezîr Atîlla bi van guleyan yekê birîndar bû. Mahsûn Ertûgrûl (17) bi van guleyan mir. Duh êvarê jî Mehmet Ertûgrûl (16) dema ku li mala xwe televizyon temaşe dikir, guleyek li serê wî ket. Mehmet Ertûgrûl rakirin nexweşxaneyê û di bin tedawiyê de ye.
Ji ber pevçûnan rayedarên Ceylanpinarê welatî bi anonsan hişyar kirin heta ku mecbûr nemînin ji malên xwe dernekevin û li ber paçe û deriyan nesekinin.