İbrahim Atmaca
2018 ж. 17 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 17 мамыр
ÎSTANBUL
Ekîbên Midûriya Emniyetê ya Stenbolê li Maltepeyê li dijî firoşkarên hişbirê operasyon kir û 5 kes binçav kirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Midûriya Emniyeta Stenbolê li dijî kesên ku li gor tesbîtê bazirganiya hişbirê dikin li taxa Gulsuyuyê li ser 11 navnîşanan di heman demê da operasyon kirin.
Ekîbên herekata taybet û firokeya polêsan jî piştgirî da operasyonê û 5 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku li navnîşanan jî gelek çekên bêruxset û hişbir hatin bidestxistin.