İbrahim Atmaca
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Hat ragihandin ku eskerên Hindistan û Pakistanê li ser Xeta Kontrolê ya li Keşmîrê gule berdan hev û 4 Pakistanî û 3 Hindistanî hatin kuştin, 2 Pakistanî jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku berdevkiya artêşê ya Pakistanê da çapemeniyê, eskerên Hindistanê bi çekên giran li herêmên Nakiyal, Tattapanî û Jandrotê gule berdan sivîlan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku 2 esker û 2 sivîlên Pakistanî mirin du sivîl jî birîndar bûn û gelek malan xesar dît.
Rayedarên Hindistanî jî diyar kirin ku di gulebarandina Pakistanê da 3 sivîl hatin kuştin.
- Rageşiya Hindistan û Pakistanê
Di navbera Pakistan û Hindistanê da du hefte berê rageşiyê dest pê kir. Li Keşmîra ku di bin kontrola Hindistanê da ye di 14ê sibatê da li dijî konvoya paramilîsan êrîşa bibombe hat kirin û di êrîşê da 44 esker mirin, 20 esker birîndar bûn.
Rêvebiriya Delhiya Nû ji bo êrîşê Pakistan sûcdar kir. Pakistanê jî êrîş şermezar kir, lê sûcdarkirin red kir.
Hindistanê jî di 26ê sibatê da êrîşa esmanî bir ser kampa rêxistina Ceyşa Mihemedê ku li ser Xeta Kontrolê ya Keşmîrê dikeve aliyê Pakistanê.
Rageşiya navbera herdu welatan di 27ê sibatê da gelekî zêde bû. Pakistanê bi hinceta ku sehaya hewayî binpê kir, du balafirên şer ên Hindistanê xistin.
Her wiha 3 balafirên şer ên Pakistanê ketin sehaya hewayî ya Hindistanê û balafirên şer ên Hindistanê pêşî li wan girt.
Medyaya Hindistanê jî îdia kir ku Hindistanê balafireke şer a F-16ê ya Pakistanê xist, lê rêvebiriya Îslamabadê ev piştrast nekir.
Piştî ku Pakistan û Hindistanê balafirên hev ên şer xistin, li gelek bajaran seba ewlehiyê balafirgeh hatin girtin û seferên sivîl hatin sekinandin.
Paşê Pakistanê daxuyand ku balafirgeh qismen vekirin.
Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan Hindistan dewet kir ku ew pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin û aqlê selîm derxin pêş.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der heqê zêdebûna rageşiya navbera Hindistan û Pakistanê da got, "Em ji ber rageşiyê bi fikar in, em banga aqlê selîm û îtidalê li herdu aliyan dikin."
Almanya, Îngiltere, Çîn û Rûsyayê jî banga kêmkirina rageşiyê kirin.